Abdullah Tel
15 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
GAZÎANTEP
Li Gazîantebê çîma protez dan Evdilkerîm Hamediyê ji Sûriyeyê ku di êrîşa bimoşek de çokeke wî jê bûbû, ew niha li gora dilê xwe dimeşe û gelekî kêf xweş e.
Evdilkerîm Hamediyê (19) ku ji El Meyadîna gundê Deyrû'z Zorê ye sal û nîv berê di êrîşa moşekê ya ku rejimê avêt nêzî mala wan de birîndar bû. Di wê êrîşê de çîma wî ya çepê jê bû û 4 xizmên wî jî hatin kuştin. Hamedî ji wê ro jê bi şûnde di nav cih û nivîna de jiyana xwe didomand. Lê li Gazîantebê çîmeke protez dan Hamedî û ew ji rojên berê gelek çêtir e.
Hamediyê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî şer û pevçûnan dest pê kir bombe li nêzî mala wan ket û piştî wê rojê ji 8 xwîşk û birayên xwe ve 4 heb û tevlî dê û bavê xwe ve ji warê xwe koç kirin û xwe spartin Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Di êrîşa ku bimoşekê li gundê El Meyadînê hat lidarxistin de 4 xizmên min hatin kuştin. Di êrîşê de ez jî birîndar bûm û çîma min a rastê û nîvê çîma min a çepê jê bû û hin rehên wê qetiyan. Ez dikarim li serê bimeşim. Min jî ji ser înternetê serî li Komeleya Gavên Îradî ya ku alîkariyê dide wan kesên li Sûriyeyê ezayekî wan di şer de jê bûbe û yan jî zirar dîtibe. Endamên komeleyê di demeke kurt de xwe gihandin min."
- "Ez bê hêvî bûm"
Hamedî got ku endamên komeleyê ji bo protez li çîma wî zêde bikin hewl dan û wiha dewam kir: "Beriya ku ez protezê bi kar bînim di nav cih û nivîna de bûm. Piştî ku serlêdana min hat qebûlkirin hêviya min zêde bû lewra beriya wî ez bê hêvî bûm. Niha ez gelekî kêfxweş im."
Hêviya Hamedî ew e ku di demeke kurt de ew şerê çar sal e li welatê wan didome bi dawî bibe û ew jî bigihêje 4 xwîşk û birayên xwe yên ku li Sûriyeyê mane.