Li Gazîantebê merivên Şehîd Astsubay Mehmet Yalçin Nane, ji bo guherindina navê Bûlvara Celal Dogan dest bi kampanyaya îmzayê kirin. Şehîd Astsubay Mehmet Yalçin Nane li taxa Arilê hatibû dinyeyê.
Astsubay Nane li sînora Sûriyeyê bi guleyên ku ji aliyê hêrêma ku dibin kontrola DAEŞa rexistina terorê de ye hatibû berdan, şehîd bûbû. Taxa Arilê ya ku ji navêndê 40 kîlometre dûr, bi alayên Tirkan va hat xemilandin.
Hinek welatiyên gundên cîranên Celal Dogan ji ber partiya wî ya HDPê bertekê nîşan didin.
Seroka Şaredariya Mezin a Gazîantebê Fatma Şahînê daxuyaniyek da û got wan ev daxwaza gundiyan guhdar kir û ji bo navê şehîdê ew dê dest bi xebatê bikin.
Şahînê daxuyand ku ew dê ji bo guherindina navê Parka Celal Dogan jî biaxivin û bifikirin.