Haydar Şahin
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
DİYARBAKIR
Ji bo ferqa di navbera herêman da ya pêşketinê ji holê were rakirin di 15 salên dawîn da li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Welêt projeyên girîng hatin çêkirin, bi teşwîqên hatin dayîn va jî herêma 6an a ku Diyarbekir jî tev e ji bo veberhênanê xistin halekê cazîb.
Gelek saziyên li rojavayê welêt ji bo ji teşwîqan îstifade bikin berê xwe dan Diyarbekir, Mêrdîn, Şanliurfa û Mêrdinê. Di demeke kin da li herêmên pîşasaziyê yên van bajaran fabirqeyên mermer, tekstîl, xurek û înşaetê hatin avakirin. Bi vî awayî bi hezaran malbat ji bo kar êdî koçî bajarên din nakin, li memleketê xwe dixebitin.
Fabirqeya ta û ben a 350 kes lê dixebitin
Îskur Grupê ku ji van saziyan yek e di sala 2012an da bi teşwîqa hikûmetê va li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê kêmzêde 150 milyon lireyî fabirqeyeke ku tê da 350 kes tên îstixdamkirin vekir.
Fabirqeya duyan a ku tê da 150 kes dixebitin
Heman saziyê li Diyarbekirê fabirqeya duyan a ku tê da 150 kes dixebitin jî vekir û biryar da ku veberhênana xwe ya li Diyarbekirê mezin bike.
Ji bo ku ev saziya li Diyarbekirê fabirqeya sêyan tesîsên entegreyê veke jî 237 dolim erd hat tehsîskirin. Saziyê karûbarên xwe temam kir û piştî avakirna binesaziyê ew ê îsal dest bi avakirina tesîsa xwe bike.