07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ÎSTANBÛL
Lêpirsîna ku Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê êrîşa terorê ya li Veznecîlerê de da destpêkirin dê bi destê Hasan Yilmazê ji dozgerên vê buroyê ve bê kirin.
Piştî êrîşê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Hadî Salîhoglu, wekîlên serdozger Îrfan Fîdan û Onder Yaman û 4 dozgerên komarê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Di lêkolînên ewil ên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin kirin de hat tespîtkirin ku wesayîta ku di êrîşa bibombe de hatiye bikaranîn bi kirê ye, cihê ku hatiye kirêkirin hat tespîtkirin û miameleyên der heqê vê yekê de berdewam dikin.
Her wiha hat gotin ku li ser îxtimala wesayîta bombebarkirî ya ku li Kolana Şehzadebaşiyê hatibû parkkirin bi qumandaya ji dûr ve hat teqandin û ji bo ku tesîra bombeyê bê teqandin xarên hesin hatine bikaranîn.
Dozgerî li ser kamerayên MOBESEyê yên ku li cihê bûyerê ne lêkolîn dikin, hewl didin ku bigihêjin wan kesên ku wesayîtê anîne cihê bûyerê û park kirine.
Di vê navberê de hat ragihandin ku dosyeya lêpirsînê dane Hasan Yilmazê ji Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stanbolê ya ku yek ji dozgerên ku çûn cihê bûyerê ye.