Türkan Tosun
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li gor encamên nefermî Hilbijartina Serokomariyê qezenc kir, bihayê Dolar/TLyê heta 4,54an daket.
Di piayasaya Opsiyonê û Kar û Barên Biwade da jî piştî hilbijartinan kontrata endeksê ya BIST 30î ji sedî 2,5 zêde bû.
- Borsêyê bi zêdebûnê va dest bi hefteyê kir
Di Borsa Îstanbulê da jî endeksa BIST 100î ji sedî 3,55 zêde bû û bi 99.255,76 puanê va dest bi hefteyê kir.
Di vebûnê da endeksa BIST 100 bi 3.403,66 puan û ji sedî 3,55 zêde bûnê va heta 99.255,76 puanê zêde bû.
Endeksa bankavaniyê ji sedî 5,60 û endeksa holdîngê jî ji sedî 1,78 qîmet bû.
Endeksên hemû sektoran bi zêdebûnê dest bi rojê kirin, lê herî zêde sektora madenê ji sedî 12,19yan ve biqîmet bû.
Endeksa BIST 100î roja înê bi 95.852,11 puanê va hatibû girtin.
Anlîstan daxuyand piştî encamên nefermî yên Hilbijartina Serokomariyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi ser ket qîmeta pereyê Tirkiyeyê biqîmet bû û dibe ku ev wiha dewam bike.