Abdullah Tel
2019 ж. 05 ақпан•Rojanekirin: 2019 ж. 06 ақпан
ŞANLIURFA
Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Halan a Tirkiyeyê Faruk Akbaş diyar kir ku bihayên sebzeyan kêm dibe û di rojên pêş da wê erzanî zêdetir bibe û wiha pê da çû: "Bihayê balîcanan nêzî ji sedî 50î daket, yên firingiyan jî heta ji sedî 35an daket, bihayê xiyar jî ji sedî 20 erzan bû. Ji niha pê va dinya germ dibe û li gor texmîna me jî wê rekolte zêde bibe û biha jî kêm bibe."
Akbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên demsalî bihayê sebze û fêkiyan gelek zêde bû.
Di axaftina xwe da Akbaş destnîşan kir ku meha rêbendanê ji bo cotkarên li herêmên Ege û Behra Spî ne bi zor û zehmetî derbas bû û ji ber bobelat û lehiyan zirareke mezin çêbû.
Akbaş got ku di zirara qewimî da ji sedî 30 kêmasî çêbû û biha zêde bû lê di meha sibatê da daketina bihayê sebze û fêkiyan dest pê kir û bi çavan jî ev yek tê dîtin.
Di berdewamiya xeberdana xwe da Akbaş ragihand ku li gor bendewariyê erzanî wê zêdetir bibe û wiha pê da çû: "Bihayê balîcanan nêzî ji sedî 50î daket, yên firingiyan jî heta ji sedî 35an daket, bihayê xiyar jî ji sedî 20 erzan bû. Ji niha pê va dinya germ dibe û li gor texmîna me jî wê rekolte zêde bibe û biha jî kêm bibe. Cotkarên me wê ji ber rekolteya zêde bibe wê kêfxweş bibin."
- "Daketina bihayê wê dewam bike"
Ji esnafên halê Ekrem Mardînlî jî got ku ji ber daketina bihayê ew gelek kêfxweş in û wiha pê da çû: "Dema firotin tunebe bihabûn ne bi kêrî esnaf û ne jî bi kêrî xerîdaran tê. Firingî, bacik, balîcan û xiyar jî tev bihayê gelek sebzeyan erzan dibe. Hewa xweş diçe û ji ber vê jî li gor qinaeta me wê bihayê sebzeyan bê asta ku welatiyên me û cotkar hêvî dikin."