Elif Orhan
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Biryara TBMMê ya der barê Rewşa Derasayî (OHAL) a ku li tevahiya Tirkiyeyê tê tetbîqkirin ji 19ê nîsanê pê ve 3 mehên din bê dirêjkirin di Rojnameaya Fermî de hat weşandin.
Di biryara ku di jimara mukerer a Rojnameya Fermî de cî girt de hat diyarkirin ku biryara Lijneya Wezîran a der barê sepana OHALê ya ku li tevahiya welêt dewam dike ji 19ê nîsanê saet 01.00ê pê ve 3 mehên din bê dirêjkirin di Lijneya Giştî ya TBMMê de hat tesdîqkirin.