Tirkiye

Êzdiyan li Midyadê "Çarşema Sor" pîroz kirin

Êzdiyên penaber ên ku li Midyada navçeya Mêrdînê li navenda bêhnvedanê hatine bicîkirin "Çarşema Sor" a ku li gor salnameya Rûmî çarşema ewil ji bo wan pîroz e, pîrozkirin.

Elif Orhan  | 18.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
Êzdiyan li Midyadê "Çarşema Sor" pîroz kirin ( Selahattin Erol - Anadolu Agency )

Mardin

MARDÎN

Êzdiyên penaber ên ku li Midyada navçeya Mêrdînê li navenda bêhnvedanê hatine bicîkirin "Çarşema Sor" a ku li gor salnameya Rûmî çarşema ewil ji bo wan pîroz e, pîrozkirin.

Cejna Çarşema Sor her sal çarşema ewil a piştî 13ê nîsanê tê pîrozkirin. Êzdiyên ku li navenda penahê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) a li Taxa işiklarê dijîn bi rêveberiya navendê re cejna xwe pîroz kirin.

Êzdiyan bi hilatina rojê dia kirin û dest bi rojê kirin û pişt re ji bo xêra miriyên xwe xwarinên xwe yên xwemalî belav kirin.

Kordînatorê Navenda Perwerdeyê ya Berwext Bedrettîn Şahîn, Amîrê Ewlehiyê Abdulkadîr Akgun, Arîkarê Kordînatorê Perwerdeyê Abdurrahîm Turen, mixtarên Sûriyeyî û rayedarên din beşdarê "Cejna Çarşema Sor" a êzdiyan bûn.

Osman Îbrahîmê ku ji Şingala herêma Mûsilê hat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Çarşema Sor" a ku ji bo wan pîroz e pîroz kirin. 

Erzanî Mulreş Ceyalan jî wiha axivî: "Em cejna gelê misilman, êzdî û xiristiyan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejn ji bo hemû gelan aştiyê bîne."

Hêkên ku ji bo "Cejna Çarşema Sor" reng bi reng hatin amadekirin, hatin belavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın