19 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Bi serokatiya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va li Diyarbekirê "Civîna Ewlehiya Herêmî ya Dengdayîna Gel" hat lidarxistin. Waliyên 12 bajaran, midûrên ewlehiyê û fermandarê cendirmeyan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de ji bo referanduma ku wê di 16ê nîsanê de çêbibe di nav rewşeke biewlehî de çêbibe behsa tevdîran hat kirin.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Selamî Altinok, Fermandarê Kolordiya Asayişê Korgeneral Arifî Çetî û Waliyên Diyarbekir, Batman, Bîngol, Bidlîs, Elezîz, Hekarî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Tuncelî û Wanê, midûrên ewlehiyê û fermandarên cendirmeyan beşdarî civînê bûn.