Ahmet Aydın
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 07 Gulan 2017
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê wesayita bizirx a ku leşker diguhast qulibî û di encamê de 9 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, wesayita bizirx a leşkerî ku leşker ji Balafirgeha Şerafettîn Elçî diguhastin Tabûra Akçayê, li hember Sîteya Pîşesaziya Biçûk, ji ber ku ajovanê wê hakimiyeta direksiyon ji dest da ji kontrolê derket û qulibî şerempolê.
9 leşkerê ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat ragihandin ku metirsiyeke jiyanî li ser leşkerên birîndar tune ye.