19 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu çû Kuçeya Merasimê ya ku êrîşa terorî ya Enqereyê lê hat kirin, qerenfîl danî cihê teqîn lê qewimî û ji bo cangoriyên êrîşê jî dia kir.
Serokwezîr Davutoglu ewilî beşdarî merasima li GATAyê ku ji bo cinazeyê kesên di êrîşê de can dabûn bişînin welatê wan hat kirin bû û paşê jî bi wezîrên ku pê re bûn ve çû Kûçeya Merasimê ya teqîn lê qewimî.
Davutoglu ji bo bîranîna 28 cangoriyan qerenfîl danî cihê bûyerê û ji bo wan jî dia kir.
Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala jî bi Serokwezîr re qerenfîl danîn cihê bûyerê û Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar jî der barê bûyerê de agahî da Davutoglu.
Kuçeya Merasimê ji trafîkê re hê jî girtî ye û cihê bûyer lê qewimî jî bi brandayê hatiye nixumandin, hêzên ewlehiyê li wê derê hê jî xebatên xwe didomînin.