21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
YALOVA
Sebîha Akmana dayika esker Îlyas Akmanê ku di êrîşa terorî ya li Qeyseriyê da birîndar bû lenet li terorê anî û got: "Ez ji Wanê me û kurdim. Tu kes naxwaze dilê dayikan bişewite. Em hemû xwîşk û brane. Xwedê dawiyê li koka wan bîne."
Akmanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 17ê kanûnê roja şemiyê jê ra xeber hat û gotin ku kurê te Îlyas ketiye û lingê xwe şikandiye li ser vê wê jî gelek israr kir ka ew çawa ketiye û li ser vê jê ra rastî hat gotin û wiha dewam kir: "Ji min ra gotin teqîn çêbûye. Ez di wê demê da lal bûm û min got kurê min miriye. Ji min ra gotin tiştekî wisa tuneye û mêrê min min montê xwe hilda ji malê derket. Di wê demê da ez ji xwe çûme piştî 5 deqîqeyan ez bi ser xwe da hatim lê ez nikarim qala wê demê bikim."
Dayik Akman destnîşan kir ku ew roja yekşemê çûye Qeyseriyê û xeberdana xwe wiha domand: "Îzin dan me û em çûn balê. Dema min ew dît ez giriyam. Ji bo ku li heyatê mabû min ji Xwedê ra şikir kir. Min ewladê xwe xwedî kir, mezin kir û ji bo deynê wetanê xwe bide şand eskeriyê lê nemerdan nehişt. Xwedê ji wan ra nehêle. Hemd ji Xwedê ra ku ji bo vî welatî bo xazî, ji xwe şehît jî bibûya wê ji bo welat bibûya û şehît namirin."
"Dayika kurd jî, dayika tirk jî dayika elewî jî digirî"
Akman got ku ew li Tirkiyeyê di aramiyê de dijîn û wiha axivî:
"Ez ji Wanê me û kurd im. Kes naxweza dilê dayîka bişewite. Em hemû bira û xweşîkên hev in. Ne diyar e ka ev kes kî ne me dikujin. Xwedê dawiyê li koka wan bîne. Dewleta me jî bila wan efû neke. Min kurek din jî heba ez a wî jî bişînim leşkeriyê. Dayîkên şehîda bila rehet bin. Zarên wan çûne biheştê."
Birayê eskerê birîndar Emrullah Akman wiha got: "Ew ne misilman in. Eger misilman bana ev tişt nedikirin. Bra bi destê bra re nedidan kuştin. D,xwazin me ji hev cuda bikin."
Tedawiya Îlyas Akmanê ku êrîşa terorê de birîndar bûbû lu Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê dewam dike.