Sevim Hatun
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
BATMAN
Waliyê Batmanê Ahmet Denîz beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Walî Denîz der heqê dengdayina wêneyên salê ya AAyê de agahî hildan û li wêneyên di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê de nihêrî.
Denîz di kategoriya nûçeyan de deng da wêneyê Wîsam Hashlamoun a bi navê "Zarokê 16 salî yê sembola berxwedanê", di kategoriya jiyanê de deng da wêneya Alî Îhsan Ozturk a bi navê "Rêwîtiya Miyan", di kategoriya sporê de deng da wêneyê Abdullah Coşkun a bi navê " Kêfxweşiya Tirkiyeyê."
Walî Denîz wiha axivî: "Di her sê kategoriyan de gelek wêneyên xweşik hene û dengdayin zehmet e. Ji Tirkiyeyê û dervayê Tirkiyeyê wêneyên xweş hatine girtin. Wextê dengdayinê me zehmetî kişand."