11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, li ser îdîaya ku di bernameya Beyaz Showê ya Kanal Dyê da propogandaya rêxistina terorê tê kirin, lêpirsîn dest pê kir.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, CDya bernameya ku di 8ê rêbendanê da hatibû weşandin, xistine jêr lêkolînê da û berpirsê bernameyê, Beyazit Ozturk û kesa ku bi têkiliya telefonê beşdarî weşanê bû xistin nav çarçoveya jêpirsînê.
Lêpirsîn bi îdîaya "bi daxuyanên kesa ku bi telefonê beşdarî weşanê bû, propagandaya rêxistina terorê hatiye kirin, pêşkêşvan û berpirsê bernameyê jî, ji vê bûyerê ra zemîn amade kirine û destûr dane propaganda bidome" hatiye destpêkirin.