YANGON
Piştî lêpirsîna NYyê derket holê ku li gundê rojavayê Myanmarê ya ku hefteya borî çeteyeke Bûdîstan êrîş kiribû ji 40 kesî zêdetir meriv hatine kuştin.
Ji ber ku encamên lêpirsînê hêj bi awayekî fermî nehatine îlankirin rayedaran nexwest ku navê wan bê eşkerekirin. Rayedaran got ku hûrgiliyên qetlîamê duh di brîfînga ku dan xebatkarên Balyozxaneya DYAyê, xebatkarên arîkariya mirovahiyê û rayedarên din de hat pêşkêşkirin.
Rayedaran da zanîn ku lêpirsînê derxist holê ku di êrîşê de ji 40î zêdetir misilman hatin kuştin, deh kes winda bûne û ditirsin ku ev kes jî hatibin kuştin.