29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
ANKARA
Peymana Karê Çêkirina Îkmala Şebekeya 1î ya Avdana Deştên Ceylanpinarê a ku pê 265 hezar dekar erdê Mêrdînê yê bê avdan hat îmzekirin. Proje bi destê Midûriyeta Gişkî ya Karûbarên Avê a Dewletê (DSÎ) ya Wezareta Karûbarên Av û Daristanê hat amadekirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku îmzeyên Karê Çêkirina Îkmala Şebekeya 1î ya Avdana Deştên Ceylanpinarê ya Projeya Ferata Jêr hatin avêtin. Di çarçoveya peymana ku di navbera DSÎ û saziya berpirsiyar da hat çêkirin da 265 hezar dekar erdê bê avdan.
Bedela peymanê 328 milyon û 161 lire ye û di çarçoveya projeyê da ewê bi wesîleya Tunelên Urfayê va avê ji Bendava Ataturkê bînin kanalên Mêrdînê û bigihînin Şebekeya Qisma Ewil. Di çarçoveya şebekeyê da ewê 124 kîlometre boriyên CTP, 477 kîlometre jî boriyên HDPEyê bên rêzkirin.
Bi projeyê wê li bakur qanala Mêrdînê, li başûr qanala Heranê, li rojhilatê çemê Kemerliyê û li rojava jî çiyayên Tektekê, bi tevahî qadeke ku 265 hezar dekar e, bigihîje avê. Piştî ku proje çêbû wê 96 milyon lire qezenc çêbe.
Veysel Erogluyê Wezîrê Daristan û Avê der barê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir ku wek hikûmet dema hatine ser kar ji bo çêkirina projeyên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hewl didin.
Eroglu diyar kir ku bi taybetî dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîr bû ji bo çêkirina projeyên GAPê telîmat daye û wiha got: "Em ê li herêmê eraziyên bêav nehêlin. Bi vî awayî em ê hewl bidin ku eraziyên herêmê biber û bereket be.