Jêpirsîna der barê bûyera li Mêrdînê sala 1995an yek ji wan çawîşê pispor kuştina 8 kesan de, dihat kirin temam bû.
Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Mîdyatê amade kir, qebûl kir.
Di îdianameyê de îfadeyên xizmên mexdûran, şahidê veşartî, leşkerê ku wê heyamê di qereqolê de peywirdar bû û parêzvanên gund hebûn. Der barê Fermandarê Tabûra Komandoyên Jendirme ê Mêrdînê Hûrşît Îmren, Fermandarê Jendirmeyan a Dargeçîtê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Jendirmeyan Mahmût Yilmaz, Arîkarê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û çawîşê pispor Kerîm Şahîn de ji ber sûcê "Bi zanebûn mirov kuştin" 3yan heya 8 caran cezaya hepsê yê heta hetayê hat xwestin.
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku kuştî Suleyman Seyhan, Nedîm Akyon, Mehmet Emîn Aslan, Seyhan Dogan, Davut Altinkaynak, Abdûrrahman Olcay û Abdûrrahman Coşkun bi îdiaya ku di wextên curbicur de arîkariya PKKyê kirine hatin binçavkirin û hatin kuştin û ji bo ku haya tu kesî ji tiştên ku qewimîn çênebe û ji bo ku rewşê ji meqamên jor re nebêje çawîşê pispor Bîlal Batir jî avêtin qazana komirê ya qereqolê û ew tê de şewitandin.
Hat xwestin ku ji bo gumanbar Îmren ji ber sûcê teşwîqkirinê 6 caran û bi hinceta ku di kuştina Coşkûn û Batir de jî wek kiryarê eslî cî girtiye 2 caran cezayê hepsê yê heta hetayê bê dayîn.
Der barê gumanbar Tîre de jî hat xwestin ku ji ber sûcê teşwîqkirinê 5 caran û bi hinceta ku di kuştina Coşkûn û Batir de jî wek kiryarê eslî cî girtiye 3 caran bi tevahî 8 caran cezayê hepsê ya heta hetayê bê dayîn.
Di îdinameyê de ji bo gumanbarên din Yilmaz û Şahîn 6 caran, ji bo Topçam jî 3 caran cezaya hepsê yê heta hetayê hat xwestin.
Di rojên beriya me de dê dest bi darizandina gumanbaran bikin.