05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di navbera 28ê îlonê û 4ê cotmehê da 2 ji wan qaşo ji kadroyên serokan bi tevahî 68 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya heftane da agahiyên li ser têkoşîna li derva û hundir a dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatin dayîn.
Li gor vê di navbera 28ê îlonê û 4ê cotmehê da li Şirnex, Sêrt, Diyarbekir, Agirî û bakurê Iraqê ya ku rêxistina terorê wekî wargeh û rêya derbasbûnê bi kar tîne operasyon hatin kirin, di van operasyonan da li nav welêt 12, li dervayê welêt 56 bi tevahî 68 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 17 tivingên piyadeyan, 2 tivingên nîşangiran, 4 debançe, 9 muhimatên hewanan, 20 muhimatên RPG-7a rokêtavêj, 300 fîşengên doçkaya balafirşikên û gelek fîşengên sîlahên din, 19 bombeyên destan, 2 mayîn, 2 dûrbînin tivingên nîşangiran, 7 bêtêl, 15 funye, 5 kîlo amonyum nîtrat hatin girtin. Wekî mayîn 20 teqemeniyên bi destan hatibûn çêkirin jî hatin îmhekirin.
Di operasyonan da 9 esker şehîd bûn, 9 esker birîndar ketin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxcîtî û hişbira çavkaniyên fînansê yên PKK/KCKya rêxistina terorê da jî 20 hezar û 820 pakêt cixareya qaçax, 295 lître sotemeniya qaçax, 85,7 kîlo hişbir, 38 têlefonên destan, 85 pez hatin girtin.
- Operasyonên li bakurê Sûriyeyê
Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir da hejmara terorîstên hatin berterefkirin bû 4 hezar û 584.