05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
MINBIC
Amerîkayê di mijara Minbicê da sozê ku dabû Tirkiyeyê hê jî bi cih neaniye û YPG/PKKya rêxistina terorê mîna ku li Efrînê kir niha jî li derdora Minbic û navenda navçeyê çal vekirin û bendên ji xweliyê çêkir.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya pêr da bal kişandibû ser mutebaqata ku di 4ê Hezîranê da bi Amerîkayê ra hat kirin. Kalin bi bîr xist ku li gor peymanê divê Minbic di nav 90 rojî da ji YPG/PKKyê bihata xalîkirin û got ku lê paşê 'rêbazên xapandinê' kirin rewacê.
Lêkolînên AAyê yên ji nav Minbicê nîşan didin ku rêxistin mîna ku wê qet ji Minbicê venekeşe û bi wî awayî hebûna xwe li wir didomîne.
Li gor tespîtên çavkaniyên AAyê yên li herêmê ne YPG/PKKya ku di tebaxa sala 2016an da bi piştevaniya Amerîkayê va Minbic hildabû bin kontrola xwe niha bi çalan va dor li çar aliyê bajêr girtiye. Artêşa Tirkiyeyê di mav heman mehê da Operasyona Mertalê Feratê dabû destpêkirin û li ser vê jî rêxistinê bi lez û beztir xebatên xwe birêva bir. Lê di meha nîsanê da piştî ku Amerîkayê li du herêmên nêzî hêzên Mertalê Feratê baregeh danî YPG/PKKyê xebatên xwe yên kolandinê dan sekinandin.
Rêxistina terorê YPG/PKK li ser mutebaqata Tirkiye-Amerîkayê ku wê ji navçeyê bê derxistin ji serê meha hezîranê vir va xebatên xwe zêdetir kir. Rêxistinê avakirina hemû sîper û çalên çar aliyê bajêr temam kir.
Xeta ku ji çalan pêk tê û wan digihîne hev bi tevahî ji 29,3 kîlometreyan pêk tê û rêxistinê li pêş çalan jî bendên ji xweliyê yên bilindahiya wan ji hev cihê ye ava kiriye.
Di wêneyên ku AAyê ji ser peykê temîn kir da ew xet ji esman mîna xêzeke spî ya zirav tê dîtin.
YPG/PKKyê di nav xetên çalan da bi îhtimala di şer da bên bikaranîn tûnel jî çêkir.
Li hin herêmên di nav xeta sereke da hin çal û sîperên dirêjahiya wan bi qasî 1-3 kîlometreye jî hene.
Ji ber xetên li çar aliyê Minbicê hatine kişandin bi tenê li deverên kifşkirî ketin û derketina ji bajêr mimkun dibe.
Rêxistin li hemberî îhtimala operasyoneke li ser Minbicê bê navber xwe dide hev û xebatên xwe yên ji bo xurtbûnê didomîne.
Di Herekata Çiqlê Zeytûnê da YPG/PKKya ku ji navenda Efrînê hatibû derxistin bi armanca ji wir dernekeve jî li gelek deveran çal kola bû.
- Di bin navê HSDê da terorîst tên perwerdekirin
Ji hêla din va hêzên rêxistinê yên ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji Efrînê hatibûn derxistin û reviyabûn Minbicê û li wir tên perwerdekirin. Perwerde bi piştgiriya Amerîkayê va qaşo di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)yê da tê dayîn.
YPG/PKK cebilxaneyên xwe li cihên nêzî sînorê herêma Herekata Mertalê Feratê bi cih dike.
- Bi pêşîkêşiya serkêşê Qendîlê civînên parastina Minbicê
Serkêşên ji Qendîlê ku ji Efrînê hatine Minbicê di vê pêvajoyê da bi hêzên HSDyê ra 4 civînên mijar "parastina Minbicê" bû kirin.
Civîna herî dawîn nêzî 2 hefte berê bi pêşîkêşiya Nûreddîn Sofiyê berpirsê qada eskerî ya Sûriyeyê ku ji serkêşên PKKyê ye hat kirin.
- Ji bo ewlehî û îstiqrara Minbicê Nexşerêya Tirkiye-Amerîkayê
Tirkiye û Amerîka ji bo ku navçe ji terorîstan bê paqijkirin û ewlehî û îstiqrara mayînde pêk bê di 4ê hezîranê da mutebaqat çêkiribûn. Di çarçoveya mutebaqatê da gava ewil a berbiçav di 18ê hezîranê da hat avêtin, hêzên Amerîka û Tirkiyeyê bi hev ra xebatên dewriyeya kordîneyê ya navçeyê biribûn serî. Tirkiye û Amerîkayê heta niha 55 caran dewriyeya serbixwe ya bi kordîne birin serî.
Berdêvkê koalîsyona dijî DEAŞê ya bi pêşîkêşiya Amerîkayê Serdar Sean J. Ryan di 18ê îlonê da daxuyanî da û got: "Li Minbicê gelek kêm YPGyî hene. Em li ser sozên lihevkirinê ne. YPG wê nebe perçeyekî Minbicê."
Lê Amerîka ji bo sozê xwe yê ku wê hêzên YPG/PKKyê ji Minbicê vekişin heta niha tu gavek navêt.