27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî weşand û ragihand li hemberî PKKya rêxistina terorê ya cihêkar bi armanca berterefkirina baregeh, şikeft û derbasokên li Hekarî, Şirnex, Sêrt, Diyarbekir, Erzirom û bakurê Iraqê operasyon hatin kirin. Di navbera 19-25ê cotmehê da jî operasyonan bênavber dewam kirin.
Di vê çarçoveyê da li Îkiyakalara Yuksokovaya Hekariyê, Şirnex navend Çiyayê Namazê, Baykana Sêrtê, Çiyayê Yazlicayê yê li Perwariyê, Liceya Diyarbekirê, Şenkaya Erziromê û li herêmên Zap û Avaşîn-Basyanê yên bakurê Iraqê operasyon hatin kirin û 72 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 18 tivingên piyadeyê, 2 tivingên bimakîne, 2 tivingên nîşangiriyê, tivingeke nêçîrê, roketavêjek, 7 demançe bi tevahî 31 çek, 1, 2 kîlogram teqemeniya plastîk a C-4ê, 202 kîlogram amonyum nîtrat, 23 bombeyên destan, 3 hezar û 968 cins cebilxaneyên curbecur, 9 RPG-7, 2 kîlogram dînamît, 152 funye, 37 şarjor, 2 dûrbîn, 3 maskeyên xazê û 27 tup hatin qefaltin.
Hat gotin ku di heman operasyonan da 7 esker şehîd ketin û 11 esker jî birîndar bûn.