Haydar Şahin
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
ANKARA
Mizgefta Melîke Xatûnê ya ku 4 sal berê bi destûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dest bi çêkirina wê kiribûn bi merasimê hat vekirin.
Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirina mizgeftê bû û di merasimê da axivî.
'Daxwaza hewldana bê mizgeft hiştin, rastiyeke ku înkara wê ne mumkun e'
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku di vê pêvajoyê de bi şiklekî safî pêdivê xwedî li mizgeftan bê derketin û bên îmar û îhyakirin ev tişt emreke Xwedayî ye û wiha domand:

"Encax herwekî ku li gelek deverên welatê me tê kirin, em dibînîn ku ew şiûra ku ev ayet dixwaze di me de binexşîne li Enqereyê jî tê îhmalkirin. Bi taybet di serdema takepartiyî de, veqetandina Enqereyê ji nasnameya wê ya qedîm, daxwaza hewldana bê mizgeft hiştin, rastiyeke ku înkara wê ne mumkun e. Ew hişmendiya ku mizgeftên kevnare dikirin axur, li Enqereyê jî dixwestin ku mizgeft di mexzanan, bodrûm û cihên teng û qorzîkên avahiyan de mehkûm bin."

'Bi dirêjahiya salan mizgeftên binê erdê da bûn qedera Enqereyê'
Ewên ku ji ber li qilix û qiyafetên wan xelk bernedidan navendên bajêran, ew semtên ku nû ava dikirin bê mizgeft, bê ezan û bi şiklekî bê ruh çêdikirin. Belê ew mizgeftên bin erdê ku hîç bi Enqereyê nediketin bi dirêjahiya salan bûn qedera Enqereyê. Mizgefta Maltepeyê ya ku sala 1969an hat temamkirin berhema rehmetiyê Menderes bû, Mizgefta Kocatepeyê ya berhema rehmetiyê Ozal piştî hewleke bi qasî 20 salan hat çêkirin. Lê belê Enqereya qedîm ku nifûsa wê derdora 30-40 hezarî bû, bajarekî wisa bi ruhaniyet bû ku li her serê qorziyekê wê mizgeftek hebû. Em bi van berheman serdema komarê û serdema Selçûkî û Osmaniyan tînin ba hev."

Serokomar Erdogan îşaretî bi bal Mizgehfta Melîke Xatûn, Mizgefta Milletê û mizgefta ku li ser rêya Enqereyê çêkirina wê didome kir û anî ziman ku bi van hemiyan wê mohrek bê lêxistin.

Hat ragihandin ku Mizgefta Melîka Xatûnê di carekê da 7 hezar kesî hildide û xwedî gelek taybetiyan e.
Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr, Recep Akdagê Alîkarê Serokwezîr, Prof. Alî Erbaşê Serokê Karûbarên Diyanetê û gelek rayedar jî beşdarî merasimê bûn.
