Nihat Kavşut
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Yenîkapiyê di "Bernameya Nasandina Projeyên Restorasyon û Îhyayê ya Mîrateyên Çandî" ku bi destê Şaredariya Fatîhê hat kirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser xebatên restorasyonê û wiha got: "Dema qala restorasyonê tê kirin gelek dîmenên ku dilê me diêşînin jî tên bîra me. Li welatê me digel hemû hewldanên me hê jî celadên çand û dîrokê yên ku em nikarin rê li ber wan bigirin hene."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Ew kesên ku dîrokê înkar dikin li Fatîhê li herêma di navbera mizgeftên selatîn da bi sedan mescidên ku hebûn xera kirin. Wan xera kir û em jî ava dikin. Wê hişmendiya ku xera dikir kîjan hişmendî bû? Melûm e, hişmendiya CHPyê bû."
Serokomar Erdogan bangî walî û şaredaran kir û wiha peyivî: "Ez ji waliyên me, ji şaredarên me tika dikim; ji kerema xwe li bajarên me, navçeyên me destûr nedin mîmariya tikane. Di vê mijarê da di nêrîna me ya mîmarî da mîmariya berwarî esas e, divê em bala xwe bidine vê. Ji bilî şertên fewkalede heke em bala xwe bidine vê hûnê bibînin ku dê bajarên me gelekî xweşiktir, gelekî cudatur bin. Em êdî bêtir nikare misade bikin ku bajarên me bi avahiyên sik bên qirêjkirin. Divê em destûr nedin ku gund û zozanên me bi avahiyên sik bên îstilakirin."