25 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê gotinên Wezîrê Yewnanistanê Nîkos Kocîas de wiha got: "Gotiye 'Sererkanê tirk bixwasta jî nikaribû derketa Kardakê'. Wezîfeya wî derketin bûya, wê derketa. Bira neyê jibîrkirin ku cihê ku hewcedariya derketinê pê hebû, em derketin. Di mijara Kardakê da jî helwesta me diyar e."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê gotinên Wezîrê Yewnanistanê Kocaîs de bersivand. Çavuşoglu wiha axivî:
"Astengiyên ku Yewnanistan derdixe pêşiya darazandina van derbekarên xayîn li dijî edalet û hiqûqê ye, ev hereket kêrî cîrantiya baş û dostaniyê tê gelo? Mixabin ev helwest me ecêb dihêle. Demekê dîsa dewleta Yewnanistanê serokê rêxistinê yê ku niha di girtîgehê de ye veşartibû."