21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di operasyonên ku nav hefteyekê dijî PKKya rêxistina terorê li Hekarî, Şirnex, Diyarbekir, Mêrdîn, Erzirom, Batman, Wan û Sêrtê lidar xistin da 54 mensûbên rêxistinê berteref kirin.
Sererkaniyê di agahdarkirina heftane da der barê têkoşîna li dijî PKKê û xebatên li bakurê Sûriyeyê hatin birêvebirin da agahî da.
Di agahdarkirinê da hat gotin ku operasyonên li dijî rêxistina terorê dest pêkirine di navbera 13-20ê Tîrmehê da jî bênavber dewam kirin.
Hat gotin ku li herêmên Nisêbîn, Artuklu û Omerliya navçeyên Mêrdînê, Herêma Faraşîn, Çemên Bestlerê û Bêtşebaba navçeya Şirnexê, Gevera navçeya Hekariyê, Farqîn û Pasûra navçeyên Diyarbekirê, Sason û Heskîfa navçeyên Batmanê, Qereyaziya navçeya Erziromê, Gurpinara navçeya Wanê û Perwariya navçeya Sêrtê operasyon hatin kirin.
Di van operasyonan da yek jê qaşo ji berpirsên rêxistinê bi tevahî 54 terorîst hatin berterefkirin û gelek çek û cebilxane jî hatin qefaltin.
Hat ragihandin ku di operasyonan seranserê hefteyê dewam kirin da bi tenê eskerek şehîd ket û 26 esker jî birîndar bûn.