04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Koşka Çankayayê di civîna çapemeniyê de Bernameya Nîvdemî ya 3 Salî eşkere kir.
Yildirim behsa aboriya Tirkiyeyê kir û wiha got: "Ji sedî 3-4 armanca me ya mezinbûnê nîne. Pirsgirêkên kurewî tesîrê li me jî dikin. Me mezinbûna ji sedî 3 di sala 2016an da bi dest xist. Em ê rêjeyê ji 2017an pê va heta 2019an zêde bikin û wê ev rêje nekeve bin ji sedî 5an."
Yildirim destnîşan kir ku îsal heger tiştekî neasayî çênebe enflasyon wê ji sedî 7,5 be û ji bo sala 2017an jî armanc ji sedî 6,5 û di sala 2018an da jî ji sedî 5 be.
- "Di 2018an da kêmasiya budçeyê wê dakeve"
Serokwezîr Yildirim got ku wan budçeya sala 2017an amade kiriye û wiha axivî: "Me ji bo sala 2017an budçeya xwe amade kir, em ê di 17ê cotmehê da pêşniyazî Meclisê bikin. Kêmasiya budçeyê ewê li gor nêrînê dewam bike, bi zanayî hedefa me ya 2017an ji sedî 1,9 e. Em dizanin me çima ev wisa kir, em êdî pêşerojê da hûrgiliyan bi raya gişkî ra pare vekin. Di 2018an da kêmasiya budçeyê ew ê dakeve."
- "Derbekar wê bi lez û bez bên darizandin"
Yildirim behsa darizandina derbekarên FETOyê kir û wiha got: "Darizandina derbekaran ew ê bi lez û bez bê kirin, dibê dilê milet bê rihetkirin. Dibê eqrebeyên sehîdan di demeke kin da bibînin ku hesabê berpirsiyarên vî karî hatiye dîtin."
- "Xwendekarê wê bi seranserê rojê perwerdeyê bibînin"
Yildirim der barê perwerdeya xwendakaran de jî wiha axivî: "Di sala 2019an de emê perwerdeya nîvrojî biqedînin û dest bi perwerdeya seranserê rojê bikin. Xwendekar şûna nîvrojê wê seranserê rojê perwerdeyê bibînin. Ji bilî vê ji sala 5emîn pê ve perwerdeya zimanê biyanî wê bibe mecburî. Perwerdeya pêşdibistanê jî wê bibe mecburî."
Serokwezîr Yildirim der barê bernameya nîvdemî ya 3 salî de jî wiha got: "Texmînên Bernameya Nîvdemî ya 3 Salî ya ku em li vir nîşan didin, texmînên nebaş û bedbînî ne. Em xwe bi nêrîneke ji bo tiştên nebaş amade dikin, lê heke tiştên baş biqewimin jî ew jî bextê me. Tiştên herî nebaş ên dibe ku biqewimin me ew texmîn li vir nîşan da. Lê dema ku roja wê hat em ê rêjeyên baştir jî bibînin."
Yildirim got ku ew wisa texmîn dikin ku sala pêş îxracat û îtxalat wê zêde bibe û wiha axivî: "Di sala 2017an de em bendê ne ku îxracata me bibe 153 milyar dolar, îtxalata me jî bibe 214 milyar dolar."