Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
KONYA
Navend Konya li 26 bajarî di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDDY) yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da bi îdiaya ku "îmamtiya mehrem" kirine der barê 60 kesan da biryara qefaltinê hat derxistin.
Di lêpirsîna bi destê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê tê meşandin da bi îdiaya ku ji bona endamên di nav Artêşa Tirkiyeyê da "îmamtiya mehrem" kirine der barê 60 kesan da biryara qefaltinê hat derxistin.
Ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya navend Konya li 26 bajarî ji bona qefaltina gumanbaran derketin operasyonê.