09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Lîstikvan Erkan Petekkayayê ji Diyarbekirê got: "Navê Diyarbekir bi tiştên xweş nayê hildan. Divê hunermend, karsaz, raya giştî û hemû diyarbekirî vê îmaja nexweş a Diyarbekirê rast bikin. Divê qedr û qîmeta Diyarbekirê bê zanîn."
Lîstikvan Petekkaya li bajêr beşdarî bernameyekê bû daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku gelê Diyarbekirê eleqe nîşanî min da, hemşehriyên mirovan ji mirova hez bikin xweş e.
Petekkaya got ku li Diyarbekirê bûyerên xirab çêbûn, gelê Diyarbekirê ji ber vê yekê aciz e, herwiha li bajêr jî xisar çêbû.
Petekkaya destnîşan kir ku hunermend, stanbêj, karsaz û navdarên ji bajêr divê ji bo nasandin û pêşvebirina bajêr zêdetir hewl bidin û wiha dewam kir: "Diyarbekiriyên ku li ser vê axê mezin bûne, nan û ava vê derê xwarine lazime çanda vê derê biparêzin û her tim destê karsaz, hunermend, stranbêj û navdarên ji vê derê divê li ser bajêr be."
Petekkaya ragihand ku rêzefîlmên ew tê da dileyîze li 80 welatî tên nîşandan û ji bo nasandina Diyarbekirê ew dikare bixebite û Diyarbekir ji bo tûrîzmê dereke cazîbe û divê hunermendên din jî di vê qadê da hewl bidin û wiha pê da çû: "Diyarbekir bi tiştên xweş nayê bîranîn. Ev îmaja xerab divê demildest ji hêla me hunermend, karsaz, raya giştî û hemû diyarbekiriyan va bê serastkirin. Diyarbekir divê bigihîje wê qedr û qiymeta ku heq dike. Ez pir dixwazim ku wan rojan bibînim. Wek berê di kuçe û kolanên Ofîsê da dayikên me, qîzên me, xaltiyên me cil û bergên xwe yên xweş lixwekirî digeriyan. Ez li ser navê welatê xwe pir dixwazim ku wan rojan careke din bibînim. Mayê ji destê min bê ezê bikim."