09 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ÎSTANBUL
Der barê rojnamevan û nivîskar Hasan Cemal de ji ber nivîseke wî ya bi serenava "Rojniviska Paşvekişînê" ya ku di sala 2013an de li ser malpereke înternetê hatiye weşandin de doz hatibû vekirîn. Dozger di dozê de encama lêkolîna xwe de eşkere û daxwaz kir ku bersûc Cemal heta 13 salan bila bi cezayê hepsê ve bê cezakirin.
Bersûc Hasan Kaya Cemal û parêzerê wî Fîkret Îlkîz beşdarî rûniştina ewil a dozê ya li Dadgeha Cezaya Giran a 22yemîn a Stenbolê bûn.
Cemal di dadgehê de got ku ew 70 salî ye û 47 sal in rojnamegeriyê dike, di nav evqas salan de jî der barê meseleya kurdan de jî 4 pirtûk nivîsandine.
Cemal destnîşan kir ku di nav van salan de ji ber nivîs û pirtûkên wî heta niha der barê wî de tu jêpirsînek nehatiye kirin.
Cemal got ku nivîsên wî di gulana 2013an de li ser malpera T24ê hatine weşandin û wiha got: "Di gulana 2013an de di navbera hikûmet, Îmrali û Qendîlê de diyalogan dest pê kir. Pêvajoya aştiyê jî bi hêviyeke mezin piştî van diyalogan dest pê kir. Qendîlê jî wê demê eşkere kir ku ewê hêzên xwe bikşîne dervayî Tirkiyeyê."
Rojnamevan Cemal got ku di wê demê de wî jî wek rojnamevan ev vekişîna li çiyê şopandiye û wekî tekane rojnamevanê tirk li wir fikr û nêrînên xwe di nivîsên xwe de anîne zimên.
Piştî parastina Cemal û guhdarkirina şahidan dozgerê komarê got ku wî sûcê "propagandaya terorê" kiriye û ji ber vê divê ew ji salek û 10 mehan heta 13 salan bi cezayê hepsê va bê cezakirin.
Di îdianameyê de tê xwestin ku bersûc Cemal ji ber "propagandaya terorê" ji sal û nîvekî heta 7,5 salan bi cezayê hepsê ve bê cezakirin.