Abdullah Tel
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
ANKARA
Wezareta Edaletê di sala 2013an da bi TURKSATê ra protokol îmze kir û ji ser pergala 'e-Devlet'ê dest bi dayîna belgeyên sabiqeyê kir. Ji roja ku sepanê dest pê kir û heta niha 42 milyon û 476 hezar belgeyên sabiqeyê ji ser pergalê hatin hildan.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstikê ya Wezareta Edaletê hilda sala par bi destê beşên ku li serdozgeriyên komarê, qaymeqamtî û nûneriyên li dervayî welêt 29 milyon û 299 hezar û 452 belgeyên sabiqeyê hatin dayîn.
Bi saya xebata wezaretê ya ku di sala 2013an da dest pê kir, sicîla edlî û qeydên arşîvê di pergala 'e-Devlet'ê da bi awayekî dijîtal tên amadekirin.
Di encama protokala Wezareta Edaletê ya bi TURKSATê ra di nav 5 salan da 42 milyon û 476 hezar belgeyên sabiqeyê ji ser pergala 'e-Devlet'ê hatin kirin.