Sefa Şahin
08 Adar 2023•Rojanekirin: 09 Adar 2023
ANKARA (AA) - Peşka hec ya ji bo 2 milyon û 391 hezar û 671 kesên ku qeydên wan hatine nûkirin yan jî qeydên wan yê ewil hatine çêkirin îro hat avêtin.
Hecac wê ji saet 22.00î pê va bikaribin encamên pêşkê li ser e-Devletê bibînin.
Qasî 34 hezar û 443 hecacên ku salên çûyî ji bo şewba Kovîd-19yê neçûn hec jî byî ku peşk bê avêtin wê herin hec.
Peşk li Salona Konferansê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê li pêşberî noter hat avêtin.
Ji bo peşka ku li ser komputerê çêbû hecac ji ber erdhejê nehatin pêşkavêtinê.
Serokê Serokatiya Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş li vir diyar kir ku 30 hezar xebatkarên diyanetê li herêma erdhejê ji bo alîkariyê dixebitin.
Erbaş got amadehiyên hec bi hesasî tên kirin, li Tirkiyeyê her sal gelek kes serî lê didin ku herin hec.
Erbaş anî ziman ku îsal 221 hezar û 916 kesî qeyda xwe çêkiriye, tevahî 2 milyon û 426 hezar û 114 kes beşdarî peşkê bûn.
Erbaş daxuyand ku ji Tirkiyeyê îsal 83 hezar û 430 kontenjan hatiye veqetandin.
- Qeydên teqez wê di navbera 13-24ê adarê da werin çêkirin
Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Karên Diyanetê Remzî Bîrcan jî wiha got, "Di 2022yan da 34 hezar û 443 kes ji ber ku emrê wan ser 65 salan ra bû û ji ber aşiyê nikaribûn biçûna hec. Ev kes wê îsal bêyî peşkavêtinê îbadeta xwe ya hec bikin. Wek mayîn jî ji nava welatiyên me yên ku serlêdan kirine li gor sala ku serlêdan kirine, li gor tercîhên wan ên mayîna li hec û li gor rêjeya jimara qeydan wê seba wan peşk were avêtin."
Bîrcan diyar kir, navê kesên ku di peşkavêtina îro da derketin, wê bikaribin di navbera 13-24ê adarê da qeyda xwe ya teqez çêkin.
Her wiha Bîrcan ev agahî jî parve kirin:
Ji bo kontenjanên vala jî di navbera 30ê adarê-7ê nîsana 2023yan da qeyd wê werin kirin. Qeydên teqez wê li ser e-Devletê, li miftîtiyên bajaran û acenteyan werin. Kesên ku qeyda xwe ya teqez çêdikin, divê beşdarî qursên amadekariya hec bibin."