31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
HATAY
Tedawiya jina ku ji aliyê beden û zihnî va astengdar e û li gundê Hemamê yê li rojavayê Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat paqijkirin, tenê hatibû hiştin û paşê bo Tirkiyeyê hat veguhastin, temam bû. Ji ber ku nasnameya wê nehat dîtin, navê "Efrîn"ê li jinikê kirin.
Gundê Hemamê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) da pêrê hatibû bidestxistin û dema eskeran bi şev li gund xebatên lêgerîn-lêkolînê dikirin rastî jinika astengdar hatibûn û ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê kiribûn. Li Nexweşxaneyê tedawiya jinikê temam bû.
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî li jinika ku li nexweşxaneyê karê wê qediya xwedî derket.
Jinik li Navenda Rehabîlîtasyon û Şêwra Malbatê ya Jiyana Bêasteng a Hatayê hat bicihkirin û herwiha li vir xebatkarên Midûriyeta Parêzgeha Hatayê ya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî navê "Efrîn"ê li jinikê kirin.
Midûrê Parêzgeha Hatayê ya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî Alî Sandikçi di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir, piştî ku Efrîn anîn Tirkiyeyê tedawiya wê ya pêwîst hat kirin.
Sandikçi diyar kir ku hemû pêwîstiyên Efrînê hatin bicihanîn û wiha dewam kir:
"Ji ber ku tu zanyariyeke nasnameya wê tunebû, me navê 'Efrîn'ê guncav dît. Der heqê vê yekê da jî nasnameyeke berwext hat derxistin. Keçika me niha di destê bişewqet ê dewleta me da ye."