20 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
HATAY
Malbatên ji Efrînê yên ku li Reyhanliya navçeya Hatayê jiyana xwe didomînin şah dibin ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va memleketê wan ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat xilaskirin û gihîşte ewlehî û hizûrê.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê kontrola navenda Efrînê hilda destê xwe gelê herêmê zehf şa dibe.
Malbatên ji Efrînê yên ku li hin gundên li sînor ên Reyhanliyê dimînin ji ber ku memleketê wan ji terorê hat paqijkirin şa dibin û ji bo ku vegerin cî û warên xwe jî li benda çend rojan in.
Hesen Ebû Eliyê Ereb ê ku midûrtiya xwendingeha ji bo welatiyên Sûriyeyê hat vekirin dike got ku terorîstan agir berî mala wan dan û eqrebeyên wan kuştin.
Elî got ji bo ku ciwan tevlî rêxistinên terorê bibin hin kes zehf hewl didin û wiha pê da çû: "Dema ku li dijî vê derkevin dê û bavê ciwanan dîl dihatin girtin. Zirareke mezin didan malan û hildiweşandin. Her tişt dibirin û eziyet dikirin. Ji bo ku bi gotina xwe bikin her tişt dikirin."
- "Êdî tirs nema"
Elî got ditirsiyan ku tiştekê nerind were serê zarokên wan ji ber vê jî revîn Tirkiyeyê. Elî destnîşan kir ku hin kes çûn gundên din, ew jî hatin Hatayê û wiha axivî:
"Ev 2 sal e em li Hatayê dijîn. Ji ber ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê hat kirin êm kêfxweş in. Ji ber ku herêm hat paqijkirin û em ê bi rihetî vegerin malên xwe em kêfxweş in. Eqrebeyên me dest pê kirin vedigerin gund. Hin eqrebeyên me jî piştî ewlehî bi tevahî hat pêkanîn ew ê vegerin malên xwe. Min eqrebeyên xwe ra xeberda, ew jî kêfxweş bûn. Dibêjin, 'Em vegeriya mala xwe, em ê mala xwe dîsa ava bikin. Êdî tirs nema, tu kes ê li me eziyetê neke. Em ji Recep Tayyîp Erdogan û Artêşa Tirkiyeyê ra sipasdar in.' Dibêjin ku zehf memnun in û alîkariyê didin wan."
Elî got ku operasyona bi serkeftî dewam dike ji ber vê memnun in û wiha axivî: "Em li bendê ne ku operasyona were temamkirin û em jî vegerin malên xwe. Zarok, ciwan her kes ê bizivire. Mezin zehf tirsiyabûn, êdî hizûr heye."
- "Em ê vegerin erdê xwe"
Talal Kerduşê bavê 10 zarokan ê ku bi malbata xwe ra ji Efrînê hat Tirkiyeyê û di kon da dijî got ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê erdê wan ji terorê paqij kir zehf kêfxweş in.
Kerduş got ku gelek tiştên nebaş ser wan ra derbas bûn û wiha pê da çû: "Bi hewla Tirkiyeyê va erdê me ji terorê hat paqijkirin. Bi saya Operasyona Çiqlê Zeytûnê va em ê di rewşa ewledar da bijîn. Em ê bi rihetî vegerin erdê xwe."
Kerduş wiha axivî: "Em ji ber zetx û zilmê hatibûn vê derê, li memleketê me rojên xirab ser me ra derbas bûn. Lêbelê em ê êdî jiyaneke bi tirs û fikar nejîn."