25 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
CERABLÛS
Piştî ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Cerablûsa Sûriyê ya li ser sînorê Tirkiyê ji destê DAEŞê derxist, seba ku xelk bikaribe vegere malên xwe xebat tê meşandin.
ASAya ku duhê li Cerablûsa li bakurê Helebê li dijî DAEŞê operasyon dest pê kiribû, di kurtedemekê da navenda navçeyê tevî derûdora wê kontrol kiribû.
- ASA xebateke baldar dimeşîne
Dema ku milîtanên DAEŞê navçe terikandin, hem li navenda navçeyê û hem jî li ser rêyên sereke kemînên teqemeniyan avêtin. Ji ber hindê jî ASA xebateke baldar dimeşîne.
Unsûrên ASAyê li deverên ku pêkan e teqemenî lê çalkirî ne mêze dikin û van deran bi awayekî kontrolkirî diteqînin.
Fermandarên ASAyê yên ku ji AAyê ra qise kirin, destnîşan kirin ku ewê di kurtedemekê da li navçeyê jiyanê normalîze bikin.
Di vê navberê de gelê ku ji ber DAEŞê reviyabûn jê hinek vedigerin malên xwe.
- "Înşallah her tişt aram bibe"
Mihemed Kenkeriyê ji gelê Cerablusê ye spasiya Tirkiyeyê kir ku piştgirî daye navçe ji DAEŞê bê stendin û wiha got: "Êdî em vedigerin malên xwe. Înşallah ev aramî wiha bê parastin û her tişt normal bibe."
Jineke ku nexwest navê xwe bide jî wiha axivî: "Ez mecbur mabûm ku Cerablusê bi tena serê xwe terk bikim. Min li dû xwe dayika xwe hiştîbû. Niha ez kêfxweş im ku ez ê xwe bigîhînim wê."
Fermandarê Hêzên Taybet ê Sererkaniyê Korgeneral Zekaî Aksakalli jî hat navçeyê û lêkolîn kir û agahî hilda.
Ji hêla din li hemberî Karkamişa navçeya Gazîentabê li ser axa Sûriyeyê teqemeniyên ku DAEŞê bi cih kiribûn ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirk ve biewlehî têne teqandin.