ARTVÎN
Li Şavşata navçeya Artvînê dema ku konvoya Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu derbas dibû pevçûn derket.
Kiliçdaroglu di çarçoveya bernameya xwe ya Artvînê da hat Şavşatê û piştî ku demekê bi welatiyan ra sohbet kir ji navçeyê derket rê.
Li Şavşata navçeya Artvînê dema ku konvoya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbas dibû, li devê rê gule li ser hêzên ewlehiyê da hat barandin û li ser vê pevçûn derket.
Konvoya ku wesaîta Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu tê da bû û ji bo herin Ardanuça navçeya Artvînê derketibûn rê, ji ber ku li ser rê pevçûn derket vegeriya Şavşatê.

Kiliçdaroglu hat Qaymeqamtiya Şavşatê
- Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdarogluyê ku li Şavşata navçeya Artvînê li ser rêya wî pevçûn derket hat Qaymeqamtiya Şavşatê.
Kiliçdaroglu û yên pê ra dema ji Şavşatê diçûn Ardanuça navçeya Artvînê li texma Yanikliyê pevçûn derket û cardin vegeriyan Şavşatê.
Kiliçdaroglu peyra di bin tevdîrên ewlehiyê da hat Qaymeqamtiya Şavşatê.
Kiliçdaroglu daxuyanî da
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê pevçûna li ser rêya konvoya xwe da got: "Li gor min dibê tu kes nekeve fikaran, rewşa min baş e. Ez û hevalên xwe ji herêma pevçûnê derketin. Hêzên ewlekariyê em anîn Avahiya Saziya Rêbejê."
Kiliçdaroglu der barê êrîşa dijî karwana xwe li rêya navbera Artvîn û Şavşatê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Belavoka Kemal Kiliçdaroglu bi vî hawî bû:
"Em di têkoşîna xwe ya dijî terorê da ji tiştekê paşgaviyê nakin. Ev êrîşên namerd ne dikarin me bitirsînin ne jî me bêdeng bikin. Yên ku bi nêtbaşiya xwe di têkoşîna dijî terorê da piştevaniya me dikin, ez rêz hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Rehma Xwedê li şehîdê me yê qehreman ku di êrîşê da laşê xwe kire sîper û şehid ket be. Serê xizm û malbata wî sax be."
Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim gahî hildan
Serokomar Erdogan bi têlefonê li Serokê Gişkî yê CHPê Kiliçdaroglu geriya û der barê pevçûna li ser rêya konvoya wî da agahî sitand û jê ra got derbasî be.
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo êrîşa li ser konvoya ku wesaîta Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav da bû, ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Waliyê Artvînê Muhterem Înce agahî hilda.
Serokwezîr Yildirim ji bo êrîşa ku birin ser konvoya CHPê bi telefonê li Serokê Gişkî yê CHPê Kiliçdaroglu geriya û jê ra got 'derbasî be'.
"Terorîstan gule berdan wesaîta cendirmeyan"
Wezîrê Karên Navxweyî Ala: "Li dijî wesaîta cendirmeyan a ku wezîfeya pêşengî û parastina konvoyê dikirin, terorîstan gule berdane. Di êrîşê da leşkerê ku wesaîta leşkerî diajot birîndar bûye û du serbaz jî sivik birîndar bûne."
Wezîrê Karên Navxweyî Ala: "(Êrîşa li ser konvoya Kiliçdaroglu) Li wê derê hin ûnsûrên krîtîk hene, ew tedbîr hatin hildan. Vê gavê Birêz Kiliçdaroglu bi wesaîtên ewletir, ku derê bixwaze em ê bibin wir."
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der barê rêxistina ku êrîşî konvoya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir da wiha got: "Li gor agahiyên ku hevalên me dan PKK ye û operasyonê dest pê kir. Li wir hêzên ewlehiyê hene û çawa bûyer qewimî operasyonê dest pê kir."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "(Êrîşa li ser konvoya Kiliçdaroglu) Piştî vê hewla bêbext a derbeyê kesên ji tabloya li Tirkiyeyê aciz in hene. Armanca derbekeran jî û terorîstên ku Tirkiye kirine hedefa xwe jî ew e ku vê yekîtî û bihevratiyê xera bikin. Sedema wê çi dibe bila be em wê êrîşa ku li ser konvoya Kiliçdaroglu hat kirin bi tundî şermezar dikin, lenetê lê tînin. Ne partiyên me yên siyasî yên ku li hemberî derbeyê serî tewandin û ne jî em wê helwest û sekna xwe diguherînin û têkoşîna me ya bi van ra wê bidome."
Walîtiya Artvînê daxuyanî da
Walîtiya Artvînê ragihand ku di pevçûna dema bihurîna konvoya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da yek jê xedar 3 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Kiliçdarogluyê ku di çarçoveya hin bernameyên xwe yên li Artvînê da dema ku ji navçeya Şavşatê derbasî navçeya Ardanûçê dibû, li dijî ekîba pêşdar a cendirmeyan êrîşeke çekdar qewimî.
Di daxuyaniyê da cî dan vê gotinê:
"Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu û ekîba wî bi awayekî ewle gihane Şavşatê. Li gorî encamên pêşîn, cendirmeyek giran, 2 sivik bi tevahî 3 leşkerên me birîndar bûne. Leşkerên me yên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Artvînê û li vir hildane bin tedawiyê."
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag têlefonê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ji ber êrîşa li ser konvoya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hat kirin têlefonê Kiliçdaroglu kir û jê ra got ku derbasî be.
Bozdag piştî ku hîn bû li Şavşat a navçeya Artvînê konvoya Kiliçdaroglu rastî êrîşê hatiye têlefonê Kiliçdaroglu kir.Wezîrê Dadê Bozdag ji Kiliçdaroglu ra got: "Derbasî be."

Serokwezîr Yildirim ji Kiliçdaroglu ra got 'derbasî be'
Serokwezîr Yildirim ji bo êrîşa ku birin ser konvoya CHPê bi telefonê li Serokê Gişkî yê CHPê Kiliçdaroglu geriya û jê ra got 'derbasî be'.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin sitandin, Serokwezîr Yildirim bi têlefonê li Kiliçdarogluyê dema ku ji Şawşatê diçû Ardanuçê rastî êrîşê hat kir û pê ra axivî.
Yildirim ji Kiliçdaroglu ra got 'derbasî be'.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Artvînê, dema Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya hinek bernameyên xwe da yên li Artvînê, di esnaya ku ji navçeya Şavşatê diçû Ardanûçê li dijî tîma cendirmeya digel wî êrîşeke çekdarî hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku leşkerê cendirme yê ku di êrîşa dijî karwana Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu da bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Artvînê ya ku lê dihat dermankirin, şehîd ket.
![]()
Li navçeya Şavşata Artvînê li ser guzergeha karwana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu şerê çekdarî derketibû. Di encamê da leşkerek ku ajovanê wesayitekê bû ji serê xwe bi giranî û 2 astsûbay jî bi sivîkî birîndar bûbûn.
news_share_descriptionsubscription_contact
