Elif Orhan
28 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
GAZİANTEP
Serokomar Erdogan:
"Em bi tu awayî di nav sînorên xwe û nêzî sînorên xwe musamahayê fealiyetên tu rêxistinên terorê nakin dê nekin jî. Operasyonên me yên ser rêxistina terorê ya dabeşker bê navber dê berdewam bikin. Em ê her cure piştgiriyê bidin xebatên ji bo ku DAEŞ ji Sûriye û Iraqê bê paqijkirin, tên kirin. Em ji bo vê li Cerablûsê ne, ji bo vê li Başîkayê ne. Heke hewce bike em ê li herêmên din jî bi heman awayî berpirsyariyê hildin ser xwe. Em di mijara şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê ya ku dibêjinê PYD de jî xwedî heman biryardariyê ne. Em ê heta ku koka vê rêxistinê jî biqelînin dê têkoşînê berdewam bikin."
"Bi îzna Xwedê ev koma kêmjimar a di nav Hêzên me yên Çekdar de, ew kesên ku ketine dilqê eskeran dê bên paqijkirin, hêj hene, xilas nebû. Ew dê ji nav polêsên me jî bên paqijkirin. An dê bixwe berdin biçin an jî em ê wan bibînin û derxînin. Em ê wekî hucreyên pençeşêrê wan paqij bikin, derxînin û bibin xwedî wûcudekî saxlem."
Ez bangî hemû kesên di saziyên dewletê dikim; heke di nav we de kesên ku li pêy wî şarlatanê li Pensîlvanyayê diçin hebin êdî ji wir veqetin. Heke hûn veneqetibin ez bangî gelê xwe dikim; heke ji nav we ew kesên ku li pêy wî şarlatanê diçin dizane hebe wan ragihînin qereqolên me, dozgeriyên me û çi hewce bike em bikin."