28 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
CERABLÛS
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê da zanîn ku di çarçoveya herekata "Mertala Firatê" de li herêma Cerablûsê 10, li herêma Raiyê jî 3 gund ji hêmanên terorîst hatin paqijkirin û gund ketin bin kontrola ASAyê. Di daxuyaniyê de dan zanîn îdiayên dibêjin ku di dema herekatê de li sivîlan xistine an jî sivîl hedef hatine girtin rastiyê nîşan nadin, ji bo ku sivîlên li herêmê zirar nebînin gelekî hesasiyet hat nîşandan.
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di operasyonên ku li Cerablûsa herêma Sûriyeyê ya sînorê Tirkiyeyê dike de 13 gundên din xilas kirin.
Li gor agahiya ku ekîba AAyê ji fermandarên ASAyê yên li Cerablûsê sitand û bi çavkaniyên herêmî da piştrastkirin hêzên mixalif dijî hêmanên terorê yên li başûrê navenda navçeyê û rojavayê Robarê Firatê gelekî lez pêş ketin.
Yekîneyên ASAyê gundên Amarne, Ayne Beyda, Dabîs, Balaban, Xirbet, Kirk Maxar, Balveren û Cûbel Kûs ji PYDya şaxa PKKyê ya Sûriyeyê xilas kir.
Di operasyonan de hêzên ASAyê 7 kesên ji PYD/PKKyê sax girtin, terorîstên ku ji kozikên xwe reviyan gelek cebilxaneyên eskerî li pêy xwe hiştin.
Hêzên Asîmanî yên Koalîsyênê û Hêza Peywira Taybet a Mişterek a Hêzên Çekdar a Tirkiyê di çarçoveya "Herekata Mertala Firatê" de piştgirî didin operasyonên ASAyê yên ser hêmanên terorîst ên li herêma Cerablûsê.