14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
TRABZON
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Em ê li hemberî terorê xweşbîn nebin. Emê hemû derfetên xwe yên teknîkî û îstixbaratê li qadê hazir bigirin. Ez careke din dibêjim emê dilkevirî (bêmerhemet) bin."
Soylu di bernameya ji bo pîrozkirina eydiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê amade kir da axivî û diyar kir ku di têkoşîna li dijî terorê da wextê wan ê winda bikin tuneye.
Wezîr Soylu qala plan û bernameyên ku hikûmet ji bo çêtirkirina standardên jiyana welatiyan kir rewacê kir û wiha pê da çû: "Him di qada ji bo hizûr û aramiyê û him jî ji bo rê li er tevgerên zexel ên rêxistina terorê girtinê gelek karê ku em bikin hene. Bi rastî jî heta îro têkoşîneke pir mezin hat dayîn. Prensîba me ya sereke bi heman biryarê domandina vê nêrînê ye. Qalkirina karê ku emê di vê mijarê da bikin pir hêsane. Em ê li hemberî terorê xweşbîn nebin. Em ê hemû derfetên xwe yên teknîkî û îstixbaratê li qadê hazir bigirin. Ez careke din dibêjim emê dilkevirî (bêmerhamet) bin."