Elif Orhan
01 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim da zanîn ku bi îstifaya Efkan Alayê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî tayînê cihê wî kirin, Mehmet Muezzînogluyê Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Bûrsayê jî tayînê Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê Serokwezîr Bînalî Yildirim qebûl kir.
Serokwezîr Yildirim piştî qebûlê der heqê guherîna ku di kabîneyê de hat kirin daxuyanî da.
Yildirim wiha axivî: "Suleyman Soyluyê Parlementerê Trabzonê û Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê tayînê Wezareta ku bi îstifaya Efkan Alayê Parlementerê Bûrsayê û Wezîrê me yê Karên Navxweyî vala bû hat kirin, Parlementerê Bûrsayê û Arîkarê Serokê Giştî Mehmet Muezzînoglu jî tayînê Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya ku vala bû, hat kirin."
Serokwezîr Yildirim ji ber xizmetên wî spasiya Efkan Alayê ku dev ji peywira Wezareta Karên Navxweyî berda kir û ji bo wezîrên ku tayînê peywirên nû kirin jî serkeftin xwest.