22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Balafirgeha Atatarkê daxuyaniya çapemeniyê da û der barê mexdûrbûna kesên ku emrê wan biçûk e û tên zewicandin da axivî.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku bi rizaya wan be jî zewicandina kesên biçûk li gor zagonê sûc e û wiha dewam kir: "Her çiqas kesên ku emrê wan biçûk e, bi rizaya xwe yan jî ya malbata xwe bizewicin jî ev li gor zagonê sûc e. Beriya îqtidara AK Partiyê sûcekî wiha tunebû. AK Partî ji bo parastina ciwan û malbatê zewaca wiha her çiqas riza hebe jî di qanûnê da wek sûc pênase kir."
Yildirim destnîşan kir ku di komîsyonê da em ê li ser vê mijarê bisekinin û wiha got: "Heke ji wan (mixalefet) teklîfek were, emê guh bidin wê jî û wisa bikemilînin. Heke neyê emê guh bidin pêşniyazên rêxistinên civata sivîl, welatiyan, pispor û akademîsyenan û vê mijarê çareser bikin. Lewra cihê çareserkirina pirsgirêkan siyaset e."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Serokomar ji bo çareserkirina vê meseleyê banga lihevkirinê kir û wiha peyivî: "Him ji ber ku Serokomarê me li ser vê mijarê banga mitabeqetê kir, him jî ji ber ku dema partiyên muxalefetê çêbibe ku ew pêşniyazên xwe pêşkeş bikin, em vê pêşnumaya Meclisê dibin komîsyonê. Di komîsyonê de ev mijar wê bi hurgilî bê axaftin û miheqeq wê bê çareserkirin. Em nikarin vê mijarê bê çareserkirin bihêlin."
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir ku pirsgirêk bi siyasetê tên çareserkirin û wiha got: "Heger siyaset pirsgirêkên welêt çareser neke, wê hingê ji bo civakê bar e. Em bi çareserkirina pirsgirêkan heta îro hatin. Me pirsgirêkên mezin bi xizmetên mezin veguherandin û heta îro hatin."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û wiha got: "Em rewşa aboriya Tirkiyeyê 24 saetê 7 rojan dişopînin. Em hemû geşedanên derva û bûyerên hundir dişopînin û tebdîrên xwe li gor wê dihildin. Ez niha vê bibejim, bêîstîqrariya aboriyê ya li hemû dinyayê niha diqewime wê heta demekê din jî dewam bike."
Yildirim axaftina xwe wiha dewam kir: "Netirsin, aboriya Tirkiyeyê ji aboriya gelek dewletên dinyayê zêdetir li ser bingeheke zexim rûniştiye. Bila welatî û karsazên me netirsin. Her tişt di kontrolê da ye. Em ji bo hişyariya qeyranê ya CHPyê sipasiyê dikin. CHP tim hişyariya qeyranê dide, loma jî em guh didin hişyariyan."