Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Erxenî û Çêrmika navçeyên Diyarbekirê çêkirina du bendavan dewam dike û dema ew temam bibin wê bi qasî 158 hezar donim erd bê avdan û bi hezaran kes jî bibin xwedî kar.
Li Diyarbekirê di çarçoveya Projeya Rojhilatê Başûrê Anadoluyê (GAP) da Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser talîmata Wezareta Daristanan û Çandiniyê di navbera salên 2003-2017an da bi bergîdana 5 milyar û 700 milyon lîreyî veberhênan kir û ji bo bextewariya şêniyên bajêr kar û xebatên destpêkirî didomîne.
Di vê çarçoveyê da Projeya Qîzaqral-Dîcleyê ya dest pê kiribû li ber qedînê ye û dema temam bibe wê bi qenala (co) dirêjahiya wê 218 kîlometre bişibe çemekî çêkirî. Li Diyarbekirê di çarçoveya Projeya Silîvanê da avakirina bendavên Pamukçay, Ambar, Kuruçay û Başlarê qediyan û îhaleya bendavên Qibris, Karacalar û Bulaklidereyê jî wê sala pêş me bên kirin.
Bendava Erxeniyê ya ku li derveyî vê projeyê cih digire hat temamkirin û li Çêrmikê jî çêkirina Bendava Kaleyê dewam dike û wê di dawiya sala 2019an da biqede. Bendava Erxeniyê wê ji bo 2 hezar û 100 kesî û Bendava Çêrmikê jî ji bo 18 hezar kesî bibe deriyê debarê.
- Pergala avdanê tê avakirin
Midûrê Herêma 10emîn ê DSÎyê Alî Gokyel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bilindahiya Bendava Erxeniyê 54 metre ye û bi qasî 14 milyon metrekup av wê bigire û bi ava bendavê jî wê 18 hezar û 660 donim erd bê avdan.
Gokyel destnîşan kir ku bendav qedandine û di dawiya îsal da wê pêşî li avê bigirin û wiha pê da çû: "Xebatên li hezar û 866 donimî dewam dikin. Ji sedî 60ê pergala avdanê ya bi lûleyên tezyîq temam bû."
Gokyel bal kişand ser Bendava Kaleyê ya ku li gundê Yukarişêxlera ser Çêrmikê tê avakirin û bi qasî 183 milyon metrekup av wê tijî bibe û got: "Çêkirina Bendava Kaleyê dewam dike û 71 hezar jê wek navend bi qasî 139 hezar donim erd wê bi ava vê bendavê bê avdan. Heta sala pêş me wê temam bibe. Piştî sala 2020î jî bi ava ji wê bendavê wê zevî bên avdan."
Li Diyarbekirê bi qasî 419 hezar donim erdê ku li benda avê ye heye û dema ev bendavên tên avakirin temam bibin wê dahata ji çandiniyê tê zêde bibe û halê miletê bajêr û pêşketina wan çêtir bibe.
Li seranserê navçe û navenda bajêr bi saya projeyên dest pê kirine heta niha ji sedî 10ê zeviyan tê avdan û tê çaverêkirin ku avdana zeviyên mayîn ên li bajêr jî heta sala 2023an biçe serî.
Mixtarê Taxa Ortayaziya li ser navçeya Erxeniyê Esat Akyildiz jî destnîşan kir ku cotkarên li herêmê bi salan e li benda avakirina bendavê ne û wiha pê da çû: "Dema bendav biqedin wê av bê û şêniyên li vê derê wê zeviyên xwe av bidin û keda wan wê li nav zeviyê badilhewa wê neçe. Cotkarê ku tiştek ajotibû wê ji bo cara duyemîn bikaribe gilgil biajo. Bi vê sayê jî wê dahata cotkar herî kêm 3-4 qat zêde bibe."