22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 24 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez got ku "Di van rojên dijwar de çendî zarokên ku dê destê wan pênûs bigirtana li van axan xwe helaq kirin. Çendî zarokên me jî di nav tabûtan de belavî bajarên Tirkiyeyê bûn. Bi hêstiran dilê dayik û bavan şewitî."
Prof Dr. Gormez li Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê ya ku lê operasyonên terorê hatin temamkirin, nimêja înê da kirin. Gormez di xutbeyê de bangî welatiyan kir û peyama yekîtî û bihevrebûnê da.
Gormez diyar kir ku ji ber bûyerên dilsoj ên ku van mehên dawîn li Sûrê qewimîn silavên dilkovan anîn û da zanîn ku ji rojhilat û rojava, ji Asya û Afrîkayê silavên dilkovan ên hemû misilmanan, diayên wan ên ji dil, hêstirên wan anî xutbeya înê.
Gormez got "Dema vir ev dijwarî dihatin serê we, ev xirabî li bajarên me diqewimiyan, dema min li her derê dinyayê bi birayên me yên misilman re hevdîtin dikir tekane hevoka wan ev bû, 'Heke li Diyarbekirê aştî çêbe, dê li ba me jî aştî çêbe. Heke li Diyarbekirê aramî û sikûnet çêbe em jî li welatên xwe dê di nav ewlehiyê de bin.'" Gormez destnîşan kir ku li her derê dinyayê misilmanên ku di heman demê de diçin secdeyê di nav heman fikr û hestan de ne, bi êşên hev êşê dikşînin û nîmetekî bi qasî vê mezin tune.
- "Dilê dê û bavan şewitî"
Gormez axaftina xwe wiha berdewam kir:
Di van rojên dijwar de çendî zarokên ku dê destê wan pênûs bigirtana li van axan xwe helaq kirin. Çendî zarokên me jî di nav tabûtan de belavî bajarên Tirkiyeyê bûn. Bi hêstiran dilê dayik û bavan şewitî. Min bi wan hemû dê û bavên ku dilên wan şewitîn re hevdîtin kir. Min di yekî de jî ji bo birayê xwe kîn, hêrs û dijminahî nedît. Hemû ferdên gelê me di vê pêvajoya dijwar de gotin ku 'biratî baqî ye, em tu tiştê bi biratiya xwe re naguherin."
Gormez qal kir ku îro ji alema îslamê, ji Bexda, Şam, Qahîre û Yêmenê dûman bilind dibe, zarok di agiran de dişewitin, axa dawîn a ku hemû mezlûm û mexdûran hêviya xwe pê ve girêdane ev axên ku ew lê bi hev re dijîn.
- Ev ax girêdayî îslamê ne
Gormez anî ziman ku van axan her kesê bi nîmeta îslamê xwedî kiriye, emr dike ku bi nîmetên îslamê bibin bira, ev ax 7 sal piştî wefata Hz. Mihemed bi îslamê mişerref bû, dê heta hetayê girêdayî îslamê bimîne, wekî navendekî şaristaniya îslamê wead dike ku aştî, edalet û biratiyê daîma belav bike û dê ji niha pê ve jî belav bike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"We bi Selahaddîn Eyyubî re zarokên xwe şandin Qudsê. Riwayet ew e ku Selahaddîn Eyyubî beriya ku biçe Qudsê jin û dayikên diyarbekirî ji gulên hawirdora Sûrê esans amade kirine û di nav şûşeyekî de dane Selahaddîn Eyyubî. Wiha gotine Selahaddîn Eyyubî 'Em emanetekî didin te. Lê tu dê vê emanetê bi cî bînî. Tu dê Qudsê feth bikî, piştî ku te feth kir tu dê bi vê emaneta ku me da te Mescîdê Eqsayê bişoyî û paqij bikî.' Selahaddînê Eyyubî piştî ku Quds feth kir wiha gotiye: 'Yek ji amirên herî mezin ên ku ez sewq kirim ku ez Qudsê feth bikim, ew emaneta ku dayikên me yên diyarbekirî dane min bû.' Em neviyên ecdad û dayikên wiha ne."
- Li axên Çanakkaleyê ji Lîceyê 450 şehîd hene
Gormez destnîşan kir ku dema ev welêt hat dagirkirin diyarbekiriya ewladên xwe şandin Çanakkaleyê, tenê ji Lîceyê di axên Çanakkaleyê de 450 şehîd hene û wiha axivî: "Wir di bajarokekî biçûk de 40 mirovên micahîd diçin Çanakkaleyê. Ji wan tenê du kes vedigerin. Jinên gund ji ber ku li gel wan şer nekirine wan her du mêran bernadin hûndir. Me hemû bi hev re van axan ji xwe re wiha kir welêt. Bi kurd, tirk, ereb, çerkezan re ziman, nijad, reng, meqam û mewkî ji bo mumînan pê wate ne."
- Kurdî dia kir
Gormez di xutbeya xwe de bangî diyarbekiriyan kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez Diyarbekir im, zarokê îslamê me. Ez Diyarbekir im, birayê Mekkeyê me. Ez Diyarbekir im ewladê Mihemed Mistefa me. Ez Diyarbekir im, birayê Stenbol, Bexda, Bûhara û Semerkant im. Ez birayê hemû bajarokên misilman im. Dema li van axan mezinên hemû mirovan dijiyan beriya ku Xalid bîn Welîd, Silêyman bîn Xalid bê van axan ev ax hemû di nav xarabetê de bûn. Hemû bi wan re gihan hidayetê. Hemû feqîrê şaristaniyê bûn, hemû bi Mihemed Mistefa re dewlemend bûn û bûn xwediyê nîmeta îslamê. Em hemû gihan azadiya xwe ya windabûyî. Xwedê Teala azadiya me daîm bike."
Gormez di dawiya xutbeyê de bi kurdî got ku "Xwedê Teala biratiya me daîm bike. Xwedê me ji hemû şeran mihefeze bike. Xwedê bajar û malên me ji xirabî û bûyeran biparêze. Xwedê azadiya me bi îslam, îman, tewhîd û Mihemed Mistefa re daîm bike."