25 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Tîma Fenerbahçeyê ya ku di Lîga Super a Spor Totoyê de bû duyemîn, wê sibê derkeve pêşberî Galatasarayê.
Fenerbahçe dixwaze ku di fînala Kupaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de Galatasarayê têk bibe û kupayê bistîne.
Pêşbirka Fenerbahçe û Galatasarayê wê sibê di saet 21.15an de li Stada Antalyayê dest pê bike. Hakem Mete Kalkavan wê pêşbirkê rê ve bibe.
Ceyhun Sesîguzel û Esat Sancaktar jî wê alikariya hakem bikin.
- Volkan Demîrel di fînalê de nalîze
Volkan Demîrelê ku di Fenerbahçeyê de dikete qeleyê di vê pêşbirkê de ji ber ku seqet bûye wê nelîze.
Mehmet Topuz û Uygar Mert Zeybek jî wê ji ber ku xwe êşandine wê nikaribin di pêşbirkê de bilîzin.
- Tîma Fenerbahçeyê
Rahênerê Fenerbahçeyê Vîtor Pereîra ye û tîmê wê ji van kesan pêk bê;
Fabîano Rîbeîro, Gokhan Gonul, Bruno Alves, Sîmon Kjaer, Hasan Alî Kaldirim, Mehmet Topal, Josef de Souza, Alper Potuk, Volkan Şen, Luîs Nanî, Robîn van Persîe.