Galatasaraya ku heyama 2014-2015an a Lîga Super a Spor Totoyê wek şampiyon qedand di şeva taybet a ku merasim hat lidarxistin de qûpaya xwe hilda.
Tîma sor û zer ev cara 20î ye ku heman serfiraziyê bi dest dixe û bi vê munasebetê jî organîzasyoneke mezin li dar xist. Di seremoniyê de Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Yildirim Demiroren cih negirt, wekîlê wî Servet Yardimci û endamê lijneya rêveberiya Cengîz Zulfîkaroglu di merasimê de bûn.
Yardimci qûpaya şampiyoniya Galatasarayê da Selçuk Înanê ku kaptanê (sertîm) tîmê ye û paşê jî hemû gogbazên tîmê tevlî merasima şahiyê bûn.
Di organîzasyona ku li Turk Telekom Arenayê hat kirin de stranbêjên alîgirên Galatasarayê ne jî stran gotin û numayîşên bi ronî û fişekên hewayî jî hatin lidarxistin.
Ev heyam jî di nav de Galatasaray cara 20î ye ku dibe şampiyon û stêrka 4emîn heq kir.