Abdullah Tel
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Malpera lêgerînê Googleyê ji bo 94emîn salvegera damezarandina Komara Tirkiyeyê logoyeke taybet amade kir.
Googleyê li ser malpera xwe ya sereke "doodle" ya ku bi taybetî ji bo Cejna Komarê amadekiribû weşand û bi vî rengî Cejna Komarê pîroz kir.
Dema mirov ditikîne malperê wê demê alaya Tirkiyeyê dihêje û paşê jî agahiyên der barê 29ê Cotmehê Cejna Komarê da tên ser ekrana bikarhêner.
"Doodle" sepandineke taybet a Googleyê ye û ji bo rojên girîng, meseleyên çandî, bûyerên dîrokî û kesên girîng tê amadekirin, der barê wan da jî agahî tên dayîn.