Abdullah Tel
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
KONYA
Li Kûlûya navçeya Konyayê perwana guran ketin hewşa pez 20 mîh xeniqandin.
Gurên ku ketin hewşa Mahmut Yucekok a li Taxa Yaraşliyê 20 mêşinên wî mirar kirin.
Yucekok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 3 mêşinên birîndar xilaskirin û wiha pê da çû: "Serê sibê me ferq kr ku gur ketine hewşê. Dema ez ketim hewşê min dît ku mêşin li erdê bûne terş. Zirara min gelek e. 20 mêşinên min hatine mirarkirin û bihayê wan bi qasî 25 hezar lire digire. Ez pir li berê ketim."
Muxtarê taxê Ugur Yagci got: "Guran berê jî 3 serî dewar xeniqandibûn û niha milet ditirse."