01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
BURSA
Ji bo tespîtkirina nasnameya terorîsta jin a êrîşa li nêzî Mizgefta Mezin a dîrokî ya Bursayê li dar xist û di encamê da 13 kes birîndar bûn, xebat dewam dikin.
Li gor agahiya ku hat hildan, lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê va hat destpêkirin dewam dike.
Ekîbên Midûriya Ewlekariya Bajêr ji bo tespîtkirina nasnameya terorîsta jin xebatan bi rêk û pêk birêva dibin.
-17 kes hatin qefaltin
Ekîbên polêsan tespît kir ku PKKya rêxistina terorê êrîş li dar xist û 17 gumanbarên ku zen dikin têkiliya wan bi bûyerê ra heye binçavkirin.
Ekîb li ser îxtîmala "êrîşkara xwekujiyê" E.Ç.ya 24 salî ya ji Îdirê ye disekinin. Ekîb wê ji diya terorîsta jin mînakên DNAyê bigirin û di encama testên DNAyê da bigihîjin encamekê.