13 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
MÎNA
Bawermendên ku ji bo îbadeta hecê li axa pîroz in di roja duyem a eydê de li recma Şeytan berdewam in.
Heciyên li Mîna û Mekeyê ji bo ku şetyan kevir bikin ber destê sibê derketin rêya Cemeratê.
Hecî diçin 3 ciyê şeytankevirkirinê 7 keviran diavêjin û îbadetên xwe tînin bicî.
Piştî îzdihama sala par rastê ku lê şeytan kevir dikin bi awayê 4 qatî hat çêkirin û îsal qerebalixiyeke mezin çênebû.
Li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û hêzên ewlekariyê nahêlin hecî li rasta şeytankevirkirinê zêde bisekinin.
Li Mînayê sala par di îzdihama şeytankevirkirinê da 769 kes miribûn.