01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
ANKARA
Wezareta Daristan û Karên Avê ragihand ji bo ku hejmara kelhenekên ku talûkeya qelandina cisnê wan heye, zêde bibin, xebat hatin kirin û hejmara kelhenekên ku di 2001ê da 42 bû, di 2017an da derket 240î.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Daristan û Karên Avê dixebite ku hejmara kelhenek zêde bibe.
Kelhenek beriya heyama koçê tên girtin û li navenda xwedîkirinê, tên xwedîkirin. Tenê dema ku hêka dikin û cûcikan derdixin, tên berdan. Îsal wê di 14ê sibata 2018an da werin berdan. Hêkkirin û derxistina wan a cûcikan 6 mehan dewam dike. Piştî ku hêk dikin û cûcikên xwe derdixin, dîsa tên girtin.
Hejamara kelhenekan di 2001ê da 42 bû, îsal derket 240î. Kelhenekan par 47 cûcik derxistin. Wezaretê di sala 1977an da li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê 3 navendên xwedîkirinê ava kir û kelhenek li van navendan tên parastin.
Ji bo ku kelhenek li dinyayê werin nasîn li navendên xwedîkirinê ji bo tûrîstên xwemalî û biyanî navendên ziyaretê hatin vekirin. Di 2007an da pergala kamerayê li navendên ziyaretê hatin bicihkirin û ziyaretvan bêyî ku kelhenekan bisilikînin, wan temaşe dikin. Dîmenên wan timî li ser înternetê jî tên parvekirin.
- Kelhenek li ser peykê tên şopandin
Di daxuyaniyê cih dan gotinên Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu jî. Wezîr Eroglu diyar kir ku cara ewil di 2008an da cîhazê şopandinê yê peykê bi kelhenekan va hatin girêdan û kelhenek wisa hatin berdan, bi cîhazên GPS-GSMê va meriv dikare bişopîne ku kelhenek çi dikin.