10 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
HEWLÊR
Hemîd Derbendiyê di mijara Sûriyeyê da ji Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ra şêwirmendiyê dike diyar kir ku PYD/PKK li bakurê Sûriyeyê muameleyeke nexweş li gel dike û Salih Muslimê serokê PYDê jî ji bo ser wan kirinan bigire îftirayê diavêje ser Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Derbendî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku li bakurê Sûriyeyê xeletiyên polîtîk ên PYD/PKKê gelek in û ji bo sergirtina wan jî ew dev diavêjin HKI û PDKê.
Di axaftina xwe da Derbendî got ku deriyê sînor ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da ji bo çareserkirina hewcedariyên gel li ser telîmata Barzanî hat vekirin û wiha pê da çû: "PYD li Rojava ji xeynî xwe kesî naxwaze. Tevgerên vê partiyê êdî gel aciz kiriye. Deriyê ku hin caran tê girtin ji ber hêzên çekdar ên YPGê ku ji gel xeracê distînin pêk tê. PYD ji kesên ji sînor derbas dibin xeracê distîne, dest datîne ser malên wan û astengiyê derdixe û wan kirinên xwe didomîne. Ji ber wan kirinan bi dehan carî gengeşî derketiye gel û hêzên çekdar ên PYDê hatine hemberî hev. Ji ber meseleyên wiha herêma Kurdistanê car caran ji mecbûrî derî digire.
Derbendî diyar kir ku Muslimê serokê PYDê ji ber ku wek wan nafikire û xizmetî wan nake êrîşî Herêma Kurdistanê û PDK ya ku serokê wê Barzanî ye, dike û wiha axivî: "Daxuyaniyên ku Salih Muslimê li ser deriyên sînor dide bi tevahî rastiyê şaş nîşan didin. Muslim ji bo armancên siyasî êrîşî Serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmetê û PDKê dike. Muslîm ji ber ku wek wan nafikire û xizmetî wan nake êrîşî Herêma Kurdistanê û PDKê dike. Heke ku siyasî nebe çima êrîşî herêma Kurdistanê ya ku herî zêde alîkarî da gelê me yê li Rojavayê dike? Her kes jî dizane ku gelê Rojavayê herî zêde ji herêma Kurdistanê îstifade dike."
Derbendî got, "Sedema tengasî û pirsgirkên li Rojavayê miemeleya ku PYD tîne serê gel e." û wiha pê da çû:
"Ligel hemû tundî û astengên PYDê me her tim deriyên sînor vekirî hîştin û ji bo gel pirsgirêk dernexist. Li Sûriyeyê ji kîjan dînî, mezhebî û astî dibe bira bibe emê alîkariya ku didin wan nebirin û her tim bidomînin. Ev wezîfeya me ye. Dibê PYD polîtîkayên xwe yên li ser partiyên cuda, komên kêmnetewe û merivan biguherîne. Miemeleya ku li gel dike terk bike."
Derbendî got wek HKIyê ewê alîkariyên xwe yên ji bo ereb, kurd, tirkmen û hemû gelên Sûriyeyê bidomîne.