10 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
VAN
Ebdilwehab Semoyê ku li Çataka navçeya Wanê mêşvaniyê dike ji bo bikeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê bi hezaran mêşhingiv li ser xwe kom kir.
Semo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku dema li ser înternetê der barê mêşvaniyê da lêkeolîn kiriye rastî rekora komkirina mêşan a Guinnessê hatiye.
Semo destnîşan kir ku bi alîkariya Hadî Semoyê birayê xwe çend ceribandin kiriye û wiha dewam kir: "Piştî ku ceribandinê me baş bûn min hejmara kovanan derxist 6an. Bi hezaran mêş li dora min kom bûn."
Semo diyar kir ku mêşhingivên ku li ser datînin carna bi wî vedidin.
Semo destnîşan kir ku ji zarokatiyê da vî karî dike û wiha dewam kir: "Heger alîkarî were dayîn dixwazim bikevim Pirtûka Rekoran a Guinnessê."
Semoyê ku ceribandina xwe ya dawîn bi têlefona destan kişand û ser medyaya civakî belav kir ji hêla şopînerên xwe va wek "Mêşzilam" hatiye îlankirin.